Sie sind hier:

Alîkariya dijî şidetê

Her jin dikare bibe qurbaniya zordariyê: di mala xwe de, li cihên giştî, li cihê kar, li dema xwendina pîşeyî yan li medyayên dîcîtal. Bi giştî hemî mirovên li Almaniyayê dimînin mafê wan heya, ku li beramber zordariyê werin parastin! Û qet ne giring e, tu ji kengî ve li Almaniyayê dimînî yan dijî. Destûrnamya niştecîbûnê an îqameya jinan ji wan nayê standin, eger daxwaza alîkariyê ji bo vê mijarê bikin.

Ne ji mafê tu kesî ye, ku laşê jinekê bi armanc birîndar bike yan wê bi şêweyekî nefsî birîndar bike, an wê mecbûrî karê cinsî bike, an destdirêjiyê lê bike, an axaftinên bêrêz jê re bêje, an wê tehdîd bike, an wê reswa bike, an wê işkence bike, an tecawiziya cinsî lê bike, an lê bide. Her jin xwedan maf e, xwe bi xwe biriyarê bide, ka dixwaze here ku derê, ka dixwaze bi kê re bicive û ka dixwaze bi kê re biaxive. Ev tişt li dema zewacê, anku di navbera jin û mêr de, û li dema hevjîniyê û hem di nava malbatê de jî misogir e.

Li Bremenê û Bremerhavenê gelek cihên şêwirdariyê û xizmetên alîkariyê ji bo wan jinan hene ew ên bûne qurabniyên zordariyê. Şêwirdarî û alîkarî bê pere ne û bi sirriyet in. Hun dikarin agahdarî û navûnîşan û jimarên telefonên din di belavokên me de peyda bikin:

• Belavoka „Bremenê: ALÎKARİYA DİJÎ ŞİDETÊ (pdf, 237.8 KB)
• Belavoka „Bremerhavenê: ALÎKARİYA DİJÎ ŞİDETÊ“ (pdf, 1.6 MB)